Li Parlementoya Swêdê êrîşên AKP’ê hatin nîqaşkirin

Li Parlementoya Swêdê semînerek hate lidarxistin û êrîşên AKP’ê yên li dijî HDP û gelê Kurd hate nîqaşkirin.

Nûnertiya HDP’ê ya Ewrûpayê li Parlementoya Swêdê tevî Partiya Karkerên Demokratên Sosyal (SAP) bi navê ‘Rewşa li Tirkiyeyê’ semînerek li dar xistin.

Di semînerê Nûnerê HDP’ê yên Ewrûpayê Eyup Dorû qala tecrubeyên şaredariyên partiyan Kurdan kir a ku ji sala 1979’an û heta niha hatine kirin.

Dorû diyar kir ku tecrubeya pêşîn a şaredariyê ya Kurdan li Êlihê hatiye kirin û şaredar Edîp Solmaz 28 roj piştî ku hate hilbijartin, hate qetilkirin. Dorû bal kişand ser vî tiştî ku Kurdan di hilbijartina sala 2014’an de 106 şaredarî bi dest xistin lê li ser gelek qeyûm hatine wezîfedarkirin.

DORÛ: EM Ê HEMÛ ŞAREDARIYAN BI DEST BIXIN

Dorû di axaftina xwe de got ku, “Ji ber ku di şaredariyan de li gorî rewşa gel Kurdî, Tirkî, Erebî û Siryankî xizmet hatin kirin, ev şaredarî bûn hedefa hikumetê.”

Dorû diyar kir ku di hilbijartina Adara 2019’an de ew ê hemû şaredariyan bi dest bixin ên ku qeyûm li ser wan hatine wezîfedarkirin û ji partiyên Swêdê xwestin ku bila çavdêran ji Tirkiye û Kurdistanê re bişînin.

Dorû bal kişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û banga hevgirtinê kir.

ÇANDAR: LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ TUNE

Di semînerê de nivîskar û rojnameger Cengîz Çandar jî diyar kir ku li Tirkiyeyê demokrasî tune û mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin. Çandar bal kişand ser vî tiştî ku girtina Demîrtaş û endamên HDP’ê şerm e û divê Ewropa li hemberî vê rewşê xwedî li peymanên xwe yên navneteweyî derkeve.

BÛCAK: KESÊN XWEDÎ RÛMET LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NAMÎNIN

Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê ya Amedê Ayşe Serra Bûcak jî diyar kir ku Leyla Guven ji ber ku xwedî wijdan û rûmetê ye, bi daxwaza bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

RÎAZAT: DIVÊ ALÎKARIYA JI BO TIRKIYEYÊ Û FIROTINA ÇEKAN WERE RAWESTANDIN

Parlementerê Partiya Çep Danîel Rîazatt jî diyar kir dema ku HDP li Kurdistanê hatiye ser şaredariyan guherînên mezin pêk aniye û ji ber vê jî Erdogan dest daniye ser şaredariyan.

Rîazat xwest ku bila PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin û divê Ewrûpa alîkariya ji bo Tirkiyeyê û firotina çekan bide sekinandin.

MALM: LI TIRKIYEYÊ NÛNERÊN GELAN DI GIRTIGEHÊ DE NE

Parlementerê Partiya Lîberal Fredrîk Malm jî bal kişand ser vî tiştî ku nûnerên gel hatine girtin û got ku, “Li Tirkiyeyê ne bi tenê Kurd, yên ku hikumetê rexne dikin jî tên girtin. Rêveberên herêmî tên girtin û ji bo wan 200 sal ceza tê xwestin.”

Di semînerê de Alîkara Sekreteriya Navneteweyî ya Partiya Karkerên Demokratên Sosyal Evîn Încîr jî diyar kir ku ew ê partiya wan piştgiriya bi HDP’ê re bidomîne.