Li parlementoya Îngîlistanê êrîşên kîmyewî hate rojevê

Parlementerên Îngilîstanê Kîm Johnson û Llyod Rûssel-Moyle êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê Medyayê bi çekên kîmyewî dikin, anîn rojevê.

Johnson û Rûssel-Moyle di rûniştina parlementoyê de ji musteşarê Parlementoye Leo Docherty yê ji mijarên Karên Derve, welatên Commonwealth û Pêşketinê berpirsyar e pirsîn ku di vê meseleyê de ku bê ka Tirkiyeyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye yan na wê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bixwaze lêpirsînekê bike yan na.

Docherty bersiva pirsê da û diyar kir haya hikumeta Îngilîstanê heye ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ‘fosfora spî’ bi kar tîne û got “Lê delîlên yekser di destê me de tuneye ku van îddîayan piştrast bike. Em li ser van îddîayan jî disekinin û em li ser fikra we ne ku girêdayî peymana çekên kîmyewî bin.”

Llyod Russell-Moyle jî diyar kir parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû gotiye “Min li dîmenê çekên kîmyewî temaşe kir. Çekên kîmyewî sûcên li dijî mirovayetiyê ne. Ez ê sibê derbarê van îddîayan pirsnameyekê bikim.”

Llyod Russell-Moyle got “Parlementerekî Tirkiyeyê diyar kiriye ku Tirkiye gaz bi kar aniye û ji ber ku ev tişt gotiye derbarê wî sûcdarî tê kirin ku piştgirî daye terorîzm û gotinên PKK’ê. Sezgîn Tanrikûlû endamê partiya avakarê Tirkiyeyê, ango endamê CHP’ê ye. Ew ne endamê partiyeke Kurdan e jî.”