Li Parîsê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin
Li berbajarê Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kon hate lidarxistin.
Li berbajarê Vîllîers Le Bel a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kon hate lidarxistin.
Ji aliyê endamên Meclîsa Civka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel ve çalakiya kon ê hate lidarxistin, li pêşiya gara Vîllîers Le Bel hate kirin.
Di çalakiya têde pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vekirin de, bi sedan belavokên ku balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin.
Çalakî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Bê Serok jiyan na be” ve bi dawî bû.