Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin

Osmaniye jî di nav de li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî hate kirin û 15 kesên ji Efrînê hatin destgîrkirin, 5 ji wan jî hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de li Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê 15 kesên ji Efrînê hatin destgîrkirin.

10 kesên ji Efrînê piştî îfadeyê hatin berdan û ji bo ku werin dersînorkirin ew şandin Navenda Şandinê ya Osmaniyeyê.

A.F., A.D., B.B., Ş.M.S. û A.M. bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ sewqî Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Osmaniyeyê hatin kirin. Hakimtiyê ji bo 5 kesên ji Efrînê biryara girtinê da.