Li Nurnbergê pankartên ji bo Rojava bi piran ve hatin daliqandin
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Însiyatîfa Defend Rojava ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştevaniya berxwedana Rojava pankart bi gelek piran ve kir.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Însiyatîfa Defend Rojava ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û piştevaniya berxwedana Rojava pankart bi gelek piran ve kir.
Ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava şeva Şemiyê pankartên bi nivîsa "Bi Tirkiyeyê re hevkariya aborî û leşkerî neke", "Çekên Elman pêşkêşî Tirkiyeyê nekin", "Ji bo hîn bêhtir mirov nemirin qada hewayî ya Rojava qedexe bikin" li piran ve hatin daliqandin. Çalakî bi pêşengiya Însiyatîfa Defend Rojava pêk hat.