Li Nurnbergê li pêşiya şîrketên çekan çalakiyên şermezarkirinê

Li Nurnbergê Kurdistanî û enternasyonalîstan, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi çalakiyên li pêşiya konsolosxaneya Tirk, şîrket û febrîqeyên çekan şermezar kirin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê Kurdistanî û enternasyonalîstan li pêşiya konsolosxaneya Tirk û şîrketên çekan çalakî pêk anîn. Çalakiya ku wê li pêşiya konsolosxaneya Tirk bihata pêkanîn ji aliyê polîsên Elman ve hate astengkirin.

Çalakgerên enternasyonalîstên Elman û Kurdistanî nîvro bi otobusekê bi rê ketin û li pêşiya Sîemens AG ku yek ji fînansmanê şere çalakî kirin. Çalakgeran pankarta "Şer ji vir dest pê dike, em li vir rawestînin" hildan. Piştre bi daxuyaniyekê bi bîr xistin ku Sîemens AG payedarê herî mezin ê hilberîna tankên Leoparde ku dewleta Tirk di êrişên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava de bi kar anî.

Çalakgeran piştre li pêşiya şîrketa MAN a ku parçeyên tankê hildiberîne, li pêşiya navenda perwerdeya leşkerî Bûndesweh û şîrketa DÎEHL a ku çekan hildiberîne mîtîng kirin û belavok belav kirin.

Çalakgerên enternasyonalîst û Kurdstaniyan piştre êrişên dewleta Tirk ên qirker şermezar kirin û ji bo piştgiriyê bidin Rojava xwestin li pêşiya konsolosxaneya Tirk çalakiyeke aştiyane pêk bînin. Lê belê ji aliyê polîsên Elman ve hate astengkirin.

Çalakgeran piştre li Hallplatzê mîtîngek pêk anîn.