Li Nîjeryayê di 2 êrişan de 43 kes mirin

Li bakur rojavayê Nîjeryayê, di du êrişên cuda de yên destpêka hefteyê hatin kirin, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedaran di bîlançoya beriya niha de ragihandibûn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Komên krîmînal ên ku weke "çete" têne pênasekirin, li bakur rojava û navenda vî welatê herî qelebalix ê Efrîkayê terorê dikin.

Mehên dawî êriş zê debûn. Di şeva Yekşemê de êrişkaran êriş birin ser wargehên Îllela û Gronyo yên eyaleta Sokotoyê.

Li gorî daxuyaniya hikumeta eyaleta Sokotoyê 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Meha Cotmehê jî li Goronyoyê di êrişekê de ya li bazarê 43 esnaf hatibûn kuştin.