Li nêzî Mêrsînê keştî noqî avê bû: Herî kêm 16 kes mirin

Li nêzî Mêrsînê keştiya ku penaber tê de bûn, noqî avê bû. Li gorî agahiyên pêşîn 16 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku 105 kes hatine rizgarkirin û 29 kes winda ne.

Li nêzî Yenî Erenkoyê ya ku Bakurê Kibrisê ya ku li hemberî Taşûcûya Mêrsînê ye, keştiya ku 150 penaberên ji Sûriyeyê tê de bûn, noqî avê bû. Ekîbên rizgarkirinê yên Tirkiye û Kibrisê xebatên rizgarkirina penaberan dan destpêkirin. Li gorî agahiyên pêşîn cenazeyê 16 kesan hatiye dîtin, 105 hatine rizgarkirin û 29 kes hê winda ne.

Wezîrê Veguhêztinê ya Kibrisa Bakur Tolga Atakan got ku 30 kes winda ne û ew nizanin bê ka çend kes di keştiyê de ne. Atakan da diyarkirin ku keştî duh ketiye radarê û vê sibehî jî noqî avê bûye.