Li navçeyên Amedê tecrîd hate şermezarkirin

Li navçeyên Amedê Kayapinar, Baxlar û Yenîşehîrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Rêxistina Bajêr a Amedê ya HDP'ê têkilî grêva birçîbûnê ya li zindanan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 153 roj in didome xwest ku li navçeyên Baxlar, Yenîşehîr, Kayapinar û Sûrê daxuyaniyê bide.

Avahiya navçeyê ya HDP'ê ya Yenîşehîrê ji hêla bi sedan polîsî ve hate pêçan û nehiştin ku partiyî derkevin derve. Li dora AZC Plazayê ku wê daxuyanî were dayin gelek polîs hatin bicihkirin, nûçegihanên ku ji bo daxuyaniyê hatibûn ber avahiya HDP'ê ji qadê hatin dûrxistin.

Li Baxlarê li Parkan Koşuyoluyêj î hate xwestin ku li ber Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyaniya çapemeniyê were dayin. Girseya ku xwest biçe parkê li têketa parkê hate rawestandin û dorpêçkirin. Piştre gelê ku xwest tevlî nav girseyê bibe jî dor lê hate pêçan. Polîsan bi hinceta ku daxuyanî têkilî tecrîd û grêven birçîbûnê ye ew ê 'destûrê nedin'.

Li ser vê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir . Piştî çalakiya rûniştinê girseyê bi çepikan û dirûşmên ''bijî berxwedana zindanan'' ji qadê dûr ket.

Her wiha daxuyaniya çapemeniyê ya li Sûrê li ber Bîrdariya Ahmet Arîf jî hate astengkirin. Polîsan nehişt ku rêveberên navçeyê ji avahiya partiyê derkevin û dora avahiyê pêçan.

Li Parka Roboskî ya li navçeya Kayapinarê jî polîsan ji bo daxuyaniyê 'sînor'a 10 kesan danî. Piştî ku hewldanan tin encam neda rêveberên HDP'ê bi çepikan rewş şermezar kirin û vegeriyan avahiya navçeyê.