Li Munîhê mîtînga ji bo hevgirtina bi girtiyan re

Li Munîhê ji bo hevgirtiya girtiyên siyasî mîtîngek hate lidarxistin.

Li Elmanyayê li bajarê Munîhê Platforma Êdî Bes e ji bo girtiyan mîtîngeke hevgirtinê lidar xist.

Mîtîng li pêşiya Dadgeha Eyaletê hate lidarxistin û saziyên demokrat û şoreşger tevlî mîtîngê bûn.

SARIYILDIZ: BI TALÎMATA ERDOGAN HATIN GIRTIN

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di mîtîngê de axivî û got: “Em ji serî ve dibêjin ku ev hevalên me bi talîmata Erdogan hatin girtin. Em hevkariya di navbera Elmanya û Tirkiyeyê dizanin. Hemû nirxên mirovayetiyê li Rojhilata Navîn ji aliyê rêhevalên me tên parastin.”

ATÎK, YDG, Partîzan, AvEG-Kon, Platforma Êdî Bes e, Verdî Jûgen û dîe Sozîalîstîstîsche tevlî mîtîngê bûn.