Li Munchenê piştgiriya ji bo HDP'ê

Endamên Meclîsa Şaredariya Munchenê yên ji partiya çep Die Linke, daxuyaniyek dan çapemeniyê û piştgirî dan HDP'ê.

Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Munchenê yê Elmanyayê Stefan Jagel, Brigitte Wolf, Thomas Lechner, Kerem Schamberger ên ji partiya çep Die Linke û Meclîsa Civaka Kurd daxuyaniyek dan û piştgirî dan HDP'ê.

Di daxuyaniyê de işaret bi Doza Kobanê û dîlgirtina siyasetmedarên Kurd hate kirin û hate gotin, "108 hilbijartiyên HDP'î ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê bang kirin ji aliyê Erdogan ve bi terorîzmê tên sûcdarkirin. Rejîma Erdogan demokrasî, serweriya hiqûqê û azadî binpê kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em xwedî li berxwedana Kobanê derdikevin. Em bi HDP'ê re ne."