Li Mexmûrê balafirên keşfê digerin

Piştî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li dijî wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 4 jinên sivîl şehîd bibûn, tevgerekî zêde ya balafirên keşfê heye. Piştî êrîşê bê navber balafirên keşfê li ser asîmanên Mexmûrê digerin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şeva 13’ê Kanûnê seat 21:00’an bombe li Wargeha Penaberan a Mexmûrê barand û di encama êrîşê de 4 jinên sivîl hatibûn qetilkirin. Piştî êrîşê bê navber balafirên keşfê li ser asîmanê Mexmûrê digerin.

Beriya êrîşa hewayî jî balafirên keşfê 5 rojan li ser esmanên wargehê geriya bûn.