Li Mexmûrê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 27’ê Mijdarê bi şahiyek bi heybet hat pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 44‘emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi tevlêbûna hezaran xwendekar, mêhvan û gelê wargehê bi coş û kelecanek mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê pêkhat û qada pîrozbahiyê bi alên “PKK, HPG, YJA-Star’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hatibû xemilandin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, li ser wate û girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî û 44‘emîn salvegera damezrandina PKK’ê diyariyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tevgerê, gerîlayên serê çiya li dijî çekên kîmyewî li berxwe didin û tevahî gelê welatparêz pîroz kir û got: “PKK’ê ruhê hevaltî daye avakirin û ji gelê Kurd re bûye hêviyek. Her kesê ku îro li qadan têkoşîn didin meşandin, em cejna wan pîroz dikin. Bi taybet em cejna gerîlayên ku niha li dijî çekên kîmyewî li ber xwe didin pîroz dikin. Rêber Apo ev roj diyarî tevahî mirovahiyê kir. Em wek gel deyndarê Rêber Apo ne. Em encex bi ked û pratîka xwe bikarin bibin bersiv. Ji bo vê em dibêjin wê sala bê, bibe sala serkeftin û sala azadiya Rêber Apo ya fizîkî.”

Piştî axaftina vekirinê, bernameya pîrozbahiyê bi guhdarkirina nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên li ser 27’ê Mijdarê berdewam kir û piştî wê koma zarokan a govendê ya Şehîd Dersim hate ser dîkê û bi govendên xwe yên gelêrî reng dan şahiyê.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên YNK’ê, Hizbî Şûî Kurdistan û Hizbî Zehmetkêşan ên Navçeya Mexmûrê yên ji bo 44‘emîn salvegera damezrandina PKK’ê hatin xwendin û di peyamên wan de bal hat kişande li ser yekîtiya Kurdan û gotin: “Em salvegera damezrandina PKK’ê ji dil û can pîroz dikin. Her wiha em dibêjin, ji bo gelê Kurd divê em yekîtiya xwe çêbikin û em dubare damezrandina PKK’ê pîroz dikin. Em Rêber Apo ji dil û can silav dikin.”

Piştre Hundermend Dogan Dogan derket li ser dikê û bi stranên xwe gel coşand. Her wiha di berdewamiya pîrozbahiyê de helbest hatin xwendin û ber bi dawiyê de Hozan Axîn derket li ser dikê.

Bernama pîrozbahiya 44’emîn ya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi gerandina govendê bi dawî bû.