Li Mersînê jineke ji Kobanê tevî pitika xwe hate destgîrkirin

Polîsên Tirk li navçeya Akdenîz a Mersînê jineke Kurd a ji Kobanê tevî pitika wê ya 15 mehî destgîr kirin.

Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ku bûye amûrek kêfî ya dadgeriya Tirk a li dijî Kurdan, jineke Kobanê hate destgîrkirin.

Li taxa Çay a navçeya Akdenîzê ya Mersînê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser mala malbateke Kobanê.

Di serdegirtinê de jina ku beriya 15 rojan zarok jê re çêbû, tevî pitik û hevserê xwe hate destgîrkirin.