Li Mersînê çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin”: Hikumet îstîfa

Çalakiya protestoyî ya “Em nikarin debara xwe bikin” ya li Pozcû ya Mersînê hat lidarxistin, polîs êrişî çalakgeran kir û herî kêm 3 kes destgîrkirin.

Daketina nirxê lîreya Tirkî li hemberî pereyên biyanî û krîza aborî, li Pozcû ya Mêrsînê bi çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankarta “Êdî bese, em nikarin debara xwe bikin, îstîfa bike” hat vekirin û dovîzên “Hûnê werin darizandin”,  “We herimand” û “Sedem Qesr e, Dola Encam e” hatin hilgirtin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên gel jî di nav de gelek kes tevlê daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de bi domdarî dirûşmeyên “Li hemberî faşîzmê mil bi mil”, “Hikumet îstîfa” û “Wê AKP hesab bide” hatin berzkirin.

POLÎSAN ÊRIŞ KIR, 3 KES DATGÎRKIRIN

Polîsan êrişê girseyê ku xwest bimeşe kir. Li wir Serokê TÎP’ê yê Bajarê Mêrsînê Ûgûrcan Esîroglû, endamên TÎP’ê Alîcan Coşkûn û Sergen Gerger hatin destgîrkirin.

Girse piştî nîqaşa wan û polîsan belav bû.