Li Mersînê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Li Mersînê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.
Li Mersînê polîsên Tirk avêtin ser malan û 5 kes destgîr kirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mersînê de polîsan avêtin ser malan, deriyên malan şikandin û alav ji hev belav kirin.
Di serdegirtinan de C.A.T., A.Ç., D.G., F.S. û A.T. hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Mersînê.
Hate îdîakirin ku kesên hatine destgîrkirin beriya 15'ê Tebaxê amadekarî ji çalakiyê re dikirin.