Li Mersînê 25 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Mersînê avêtin ser malan. Herî kêm 25 kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Mersînê avêtin ser malan. Herî kêm 25 kes destgîr kirin.
Fermana destgîrkirinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hate dayin. Di çarçoveya lêpirsînekê de ku bi îdîaya "di amadekariya çalakiyê de bûn" hate destpêkirin, li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz û Yenîşehîrê avêtin ser gelek malan.
Li taxên bejahî di serdegirtinan de 10 kes hatin destgîrkirin. Her wiha ji ber lêpirsîneke cuda jî biryara destgîrkirinê li ser 18 kesan hate dayin.
Di vê çarçoveyê de li tevahiya bajêr di serdegirtinan de 15 kes hatin destgîrkirin. Tê gotin ku hejmara kesên hatin destgîrkirin dibe ku zêde be.