Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin

Li Mêrsînê di 25’ê Mijdarê de 23 hatibûn destgîrkirin. Ji nav wan 12 kes bi hinceta ‘parvekirinên li ser medyaya dîjîtal’ hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îddîaya ku ‘amadekariya çalakiyan dikin’ di 25’ê Mijdarê de li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz û Yenîşehîrê di operasyonên qirkirina siyasî de biryara destgîrkirin 23 kesan dabû.

Piştî îfadeyên li emniyetê 23 kes anîn Edliyeya Mêrsîn. Hakîmtiya Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê 11 kes bi şertê kontrola edlî berda, derbarê 3 kesan bi îddîaya ‘endamtiya rêxistinê' û derbarê 9 kesan jî bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê’ biryara girtinê da.