Li Melbournê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê konsera Newrozê hate dayîn

Ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê li bajarê Melbournê ya Awistralyayê konsera Newrozê hat lidarxistin. Gelek welatparêz û dostên gelê Kurd tevlî konserê bûn.

Çalakiya konserê ku li avahiya NAVKURD'ê hat lidarxistin û hunermend Kawa derket ser dikê, bi axaftina nûnerê KNK’ê ya Awistralyayê Heval Herkî dest pê kir. Piştî Herkî parlementerê Partiya Karkeran a Awistralyayê Enver Erdogan û Serokwezîrê Vîctorîayê Danîel Andrews peyamên Newrozê dan. Di her du peyaman de jî beşdaran li piyan çepik lê dan.

Serokê Keskan Samantha Shantînî Ratnam ku peyam da çalakiyê, diyar kir ku ew li gel gelê Kurd e û da zanîn ku pir watedar e ku çalakiya Newroza îsal ji bo mexdûrên erdhejê hatiye lidarxistin.

Şaredar Angelîca Panopoûls jî di çalakiyê de Newrozê pîroz kir.

Piştî peyaman hunermend Kawa derket ser dikê.