Li Manîsayê di serdegirtina malan de 4 kes hatin destgîrkirin

Li gelek navçeyên Manîsayê di operasyonên li dijî HDP’ê de 4 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk di destê sibehê de li navçeyên Salîhlî, Yûnûs Emre û Şehzadeler ên Manîsayê girtin ser malan.

Di serdegirtinan de 3 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Salîhliyê Gûrbet Ozdemîr, li Şehzadelerê Zehra Ozdemîralp û li navçeya Yûnûs Emreyê jî Ahmet Karan hatine destgîrkirin.

Kesê bi navê Îbrahîm Yaman jî dema diçû Meletiyê, di derketin navçeya Salîhliyê de hat rawestandin û destgîrkirin. Sedema destgîrkirinan  nehat eşkerekirin.