Li Manîsayê 9 HDP’î hatin destgîrkirin

Li Manîsayê bi hêcetên cûr bi cûr 9 HDP’î hatin destgîrkirin

Di serdegirtina malan ya li Mersînê de 9 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destgîrkirin.

Pîrozkirina Newroza 2018’an û parvekirinên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weke hêcet hat nîşan dan û destgîrkirin û hat îdiakirin ku ew 9 kes “propagandaya rêxistinê” kirine.

Ji wan kesên hatinî destgîrkirin Firat Erol û Hediye Er piştî ku li emniyetê îfadeya wan hat girtin sewqê dozgeriyê hatin kirin û li wir hatin berdan.

Hate zanîn ku biryara veşartîbûnê ji bo doza 7 kesên din hate dayîn û wê Yekşemiya bê îfadeya wan were girtin.