Li Manîsayê 3 HDP’î hatin girtin

Li Manîsayê ji 8 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên di operasyona qirkirina siyasî ya 15’ê Sibatê de hatibûn destgîrkirin, 3 jê hatin girtin.

Di operasyona qirkirina siyasî ya 15’ê Sibatê ya li Manîsayê de avêtin ser gelek malan, 8 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin destgîrkirin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên piştî 8 rojan hatin destgîrkirin, duh birin emniyetê. Sedemê destgîrkirinê jî, weke parvekirinên tevnên dijîtal, çalakiyên tevlî bûne, dîsa xebatanên HDP’ê yên di merteryalên dijîtal ên hatine destgîrkirin de, hatine nîşandan û bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ tên sûcdarkirin.

Ji 5 HDP’iyan yên karên wan ên li emniyetê qediya û şûnde sewqî Edliyeya Manîsayê kiin, Zahir Aslan, Haza Aslan û Ahmet Aslan piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin her 5 endamên din jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. Zahir Aslan, Hamza Aslan û Ahmet Aslan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin, Aleyna Tekîn, Mahdsûn Sîlînsîn, Sûltan Aslan, Niyazî Mehmet û Alî Polat bi şertê kontrola edlî hatin berdan.