Li Lîmasol û Dortmûndê bîranîna şehîdan

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê şehîd Gernas Cûdî, Şerhat Qamişlo û Xelîl Abdo, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî endamê HPC'ê Hozan Elî hatin bîranîn.

LÎMASOL

Şehîd Gernas Cûdî (Dara Huso), Şehîd Şerhat Qamişlo (Serhat Azîz) û Şehîd Xelîl Abdo (Ebû Saîh Tilîranî) li bajarê Lîmasol ê Qibrisê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê pêk hat û xizmên şehîdan axivîn.

DORTMÛND

Endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hozan Elî li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hate bîranîn.

Gelek Kurdistanî tevlî civîna bîranînê bûn. Birayê Elî, malbatên şehîdan û nûnera YJK-E'yê li civînê axivîn.

Birayê Hozan Elî got, "Têkoşîna heyî şerê rûmetê ye. Em neçar in welatê xwe biparêzin."