Li Licê operasyon û şer

Hêzên Tirk ên dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê tevî cerdevanan dest bi operasyonê kirin. Tê gotin ku li herêmê şer diqewime.

Operasyonê roja 10'ê Hezîranê li bejahiya gundê Sise dest pê kir. Operasyona ku cerdevan jî tevlî bûne, bi desteka hewayî didome.

Tê gotin, di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên Tirk de şer qewimiye, lê agahiyek zelal bi dest neket.

Hate ragihandin ku helîkopteran bombe li hin herêman barandine. Operasyon dewam dike.

Balkêş e operasyona li bejahiya Licê beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranên dest pê kiriye.