Li Licê jinek ji hêla hevserê wê ve hate kuştin

Li navçeya Licê ya Amedê Gurbet Fîda ji hêla hevserê wê Alî Fîda ve hate kuştin.

Li gorî saloxan li Taxa Fîsê Gurbet Fîda ji hêla hevserê wê Alî Fîda ve hate kuştin.

Cenazeyê Fîda pêşî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û ji wir jî ji bo otopsiyê birin Saziya Tibê ya Edlî ya Amedê.

Li gorî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) tenê meha Tebaxê 31 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin, 21 jê bi rengekî ku sedema wê nediyar mirine.

Daneyên Navenda Lêkolîna Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbeyna 1'ê Hezîranê-31'ê Tebaxa 2021'an de 83 jin hatne kuştin.