Li Licê ji bo ku DEDAŞ protesto kirin, polîsan gelek kes destgîr kirin

Li Licê kesên ku DEDAŞ protest kirin, polîsan êrîş bire ser wan û gelek kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li Licê ya Amedê ji bo ku ekîbên DEDAŞ'ê protesto kiribûn bi ser malên wan de girt, ku DEDAŞ li Licê saetên elektrîkê derdixe derve.

Polîsên Tirk Bayram Aygurt, Ferît Doman, Ferdî Erdînç, Reşat Taşdemîr, Arîf Bozkuş, Kadir Doster, Yilmaz Şanlî di nav de gelek kes destgîr kirin. Diyar bû, dema destgîrkirinê polîsan êşkence kiriye.

Polîsan duh bi wesayitên zirxî û bombeyên gazê êrîş biribû ser gel, gule li gel reşandibû, gel jî barîkat danîbûn û bi keviran bersiva terora polîsan dabûn.