Li Kurkçulerê lêgerîna nava dev û mûayeneya bi kelepçe tê ferzkirin

Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê “lêgerîna nava dev” û “mûayeneya bi kelebçeyî” tê ferzkirin û girtiyên li Rîzeyê jî hatin surgunkirin.

Hate hînbûn ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê di çûn û hatinê de rastî "lêgerîna nava dev" hatin.

Îsmaîl Tuzun ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, di hevdîtina heftane ya telefonê ya bi malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan ên li ser xwe kir. Tuzunê ku ev 18 sal in di girtîgehê de ye, roja Yekşemê bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku cendirmeyan li girtiyên ku ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê, lêgerîna nava dev û mûayeneya bi kelepçeyî kirine.

Tuzun her wiha anî ziman ku li nexweşxaneyê bi awayekî seranser hatine "tedawîkirin" û diyar kir ku ji ber van nêzîkatiyan wan biryar daye ku neçin nexweşxaneyê. Tuzun banga hişyariyê li saziyên sivîl û raya giştî kir.

GIRTIYÊN LI RÎZÊ HATIN SURGUNKIRIN

Her wiha hat zanîn ku 4 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Rîzeyê surgunî Girtîgeha Girtî ya Hejmar 1 a Dûmlû ya Erzrûmê hatine kirin.

Malbata yek ji girtiyan ê bi navê Orhan Fîgan, da zanîn ku Fîgan di encama israra wan de sewqî girtîgeha Erzrûmê hatiye kirin.

Derket holê ku Fîgan tevî 3 girtiyan re surgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê hatiye kirin.