Li Kurdistanê protestokirina darbeyê didome

Darbeya AKP û MHP’ê ya li meclîsê tê protestokirin. Di çalakiyan de peyamên berxwedanê hatin dayin û ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

Nerazîbûnên betalkirina parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari yê HDP’yî û Enîs Berberoglûyê CHP’ê didome. Li gelek bajaran çalakî hate lidarxistin û darbe hate protestokirin.

AMED

Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li avahiya KCD’ê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerên HDP'ê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek aktîvîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de dovîzên “Berxwedan Jiyan e”, “Dest nede vîna min”, “Vîna me rûmeta me ye”, “Jin parastina siyasetê ye”, “Leyla Guven berxwedan e” hildan û pankarta “Em bi rengê jinê yê binevşî, dev ji siyasetê bernadin” vekirin.

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, daxuyanî da û girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekîlên din yên hatî girtin şermezar kir. Gokkan, anî ziman ku nasnameyên Leyla Guvenê têkoşîna azadiya gelan, baweriyan û bi taybetî ya jinan temsîl dike û wiha got: "Ji ber wê Leyla ne tenê naveke an şexsek e. Di heman demê de berxwedana jinê ye. Bi girtina Guvenê esas dewlet ket. Dewlet û parlementoya dewletê îro êdî ne meşrû ye. Heke wekîl di saetekê de wekiltiya wan bikeve û bên destgîrkirin û bişînin zindanê; ev têkçûna dewletê ye. Dewletên dinyayê ji vê bûyerê re bê deng bimînin tê wê wateyê êdî Parlementoya Ewropayê , Neteweyên Yekbûyî û hemû parlementerên dinyayê yên ku dibêjin em hatine hilbijartin îro betal bûn, pûç bûn û bê îtîbar bûn.

ÊLIH

Li Êlihê jî darbe hate protestokirin. Çalakgerên TJA’yê li pêşiya avahiya bajêr a HDP’ê ya Êlihê hatin ba hev. Çalakgerên wêneyên Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hildan.  Di çalakiyê de çalakgera TJA’yê Gulnûr Delî axivî. Delî diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi zext û kaosê hewl dide destkeftiyên jinan tune bike.

ŞIRNEX

Meclîsa Jinê ya Şirnexê ya HDP’ê û TJA, têkildarî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven de daxuyanî da. Di daxûyaniyê de Nuran Îmîr a HDP’yî axivî û biryara hatiye dayîn şermezar kir. Nûran wiha got: “Leyla Gûven sembola têkoşînê û jinê ye. Em ê dev ji têkoşîn û destkeftiyên xwe bernedin.” Nuran, biryara ku hat dayîn şermezar kir û wiha got: “Leyla Gûven ne keseke ji rêzê ye. Leyla Gûven bi sekin û berxwedana xwe têkoşiyaye û bûye sembola jinê. Destên ku dirêjî Leyla Gûven bûne, dirêjî hemû jinan bûne. Bi vê bêhiqûqiyê dixwazin hilbijartinan bêwate bikin. Zihniyeta mêran li dijî demorkasî, berxwedan û têkoşîna jinê ye. Bi van êrîşan hem êrîşî partiya me û hem jî êrîşî gelê me dikin. Îqtîdara AKP’ê qeyûm tayînî şaredariyêm me kir û ev jî têr nekir parlamenteriya parlamenterên me betal kirin û girtin. Em dipirsin bi van pêkanînan we pirsgirêka xwe çareser kir? Me kurdan tu carî li hember zext û êrîşên faşîst serî netewand û em ê netewînin. Bi van pêkanînên faşîst û zextan tu pirsgirêkan hûn nikarin çareser bikin.Îqtîdar tim bi her awayî êrîşî Kurdan dike.”

Li Wan, Sirûca Rihayê, Colemêrg, Edene û Osmaniyeyê rêxistinên HDP’ê û çalakgerên TJA’yê darbeya li meclîsê û betalkirina parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari yên HDP’ê û Enîs Berberoglûyê CHP’ê protesto kirin.