Li Kerkûkê çi bû?

Çavdêriyên nûçegîhanên ANF û RojNewsê Ersîn Çaksû û Şoreş Benek ên li Kerkûkê…

Dema ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî êrîşî Kerkûkê kirin; gerîlayên HPG, YJA-Star pêşmergeyên ku nereviyan û gelê Kerkûkê li Xaçerêka Feylaqê xeta parastinê ava kirin. Lê ji ber ku hêzên PDK’ê avahiyên asayîşê terikandin û çekên giran ji herêmê derxistin, xeta parastinê şikiya.

Piştî êrîşan HPG’ê banga xweparastinê kir û gel tevî çekên xwe berê xwe dan herêmên xeta parastinê. Bi dehan pêşmergeyên ku nereviyan jî tevî gel û gerîla beşdarî xeta parastinê bûn.

Dema ku amadekariya xeta parastinê dihat kirin, saet di 10.30’an de pêşmergeyên PDK’ê ji avahiya asayîşa xaçêreka Feylaqê reviya. Hêzên PDK’ê beriya ku çekên giran jî bi xwe re bibin, gule bera hewayê dan û bi vê yekê re Heşdî Şebiyê dest bi êrîşan kir.

Gel nerazîbûneke tund nîşanî pêşmergeyên PDK’ê da û dema ku PDK’ê çekên giran bi xwe re dibir, gel ji bo protestoyê gule bera hewayê dan.

Piştî ku hêzên PDK’ê reviyan, moralên gel şikest. Gel got ku, “Heke ew bi çekên giran û tankan bêyî berxwedan direvin, em ê kalaşnîkofan çawa li ber xwe bidin?”

Di heman demê de gel gotin anîn ser peymana Cezayîrê ya ku di sala 1975’an de pêşmergeyan çekên xwe danîbûn (aşbetal) û gotin, “Kaka, aş betal e, em firotin.”

HPG, pêşmergeyên ku nereviyan û gelê ku rakiribû çekê piştî ku piçekî li ber xwe dan, bi tankan êrîşî wan hate kirin û ji neçarî ji bo avakirina xeteke nû ya parastinê berê xwe dan taxên hundir ên bajêr.

JI BER KU BERXWEDAN PÊK NEHAT GELÊ KERKÛKÊ JI BAJÊR DERKET

Hemwelatiyên ku ji ber êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê malên xwe neterikandibûn jî, piştî ku dîtin biryara berxwedanê ya navendî tune, dest bi koçê kirin.

Piştî êrîşan hemwelatiyên li taxên Başûr û Rojava yên bajêr berê xwe dan navenda bajêr û piştre jî berê xwe dan taxên Bakur û Rojhilat ên bajêr.

Hemwelatiyê ku xwe li taxên Bakur û Rojhilat bi cih kiribûn piştre jî berê xwe dan Çemçemal, Teqteq, Hewlêr û Silêmaniyê.

Beşeke hemwelatiyan ên ku zarokên xwe ji bajêr derxistin, rahiştin çekan û dîsa vegeriyan bajêr.

Piraniya Kurdan ji bajêr derketin û lê li taxên Ereb û Tirkmenan kesî koç nekir.

Gelê Teqteq û Çemçemalê derketin ser rêyan û xwestin gelê  ku ji Kerkûkê derketiye, li malên xwe biezimînin.