Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Kanadayê ji bo PKK'ê kampanya îmzeyan dest pê kir

Ji bo PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin, li bajarê Toronto yê Kanadayê bi pêşengiya Komuna Jin a Azad a Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku roja Yekşemê saet di 14:00 de hate lidarxistin, işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Çalakî di çarçoveya kampanya global de ya ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' hate lidarxistin.

Komuna Jinê ya Azad a Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê bi rêya vê çalakiyê li Kanadayê dest bi kampanya îmzeyan kir.

Çalakger ji kolanên herî qelebalix ên bajêr derbas bûn û bi dirûşman 2 saetan meşiyan.

Ji qada Bloorê heta ber avahiya Şaredariya Torontoyê çalakger meşiyan û li vê derê demeke dirêj govend gerandin û dirûşm qîriyan.

Bi zimanê Îngilîzî daxuyanî hate xwendin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin, "Divê dewleta faşîst tavilê dawî li vî sûcî bîne." Di belavokê de işaret bi girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di paşeroja Kurdan de hate kirin.

Di çalakiyê de şehîdên komkujiyên Parîs û Silopiyayê hatin bîranîn û hate ragihandin ku heta kujer bêne cezakirin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Çalakgeran xwestin, ku ji bo dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn tecrîd bê rakirin û PKK ji lîsteyê bê derxistin. Ji bo vê jî bang kir ku bênavber têkoşîn bê meşandin.

Di dema çalakiyê de ji bo agahdarkirina raya giştî bi sedan belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna û sirûda Çerxa Şoreşê bi dawî bû.