Li Kadikoyê di Meşa Gemlîkê de 33 kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk ên ku êrîşî Meşa Gemlîkê ya li Kadikoya Stenbolê kirin, di nav de siyasetmedar herî kêm 33 kes destgîr kirin.

Bi hezaran kes tevlî Meşa Gemlîkê ya ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleya Piştevaniya bi Hiqûqa Malbatên Girtî û Hikumxwaran ên Mezopotamiyayê (MED TUHAD-FED) hatî li darxistin, bûn.

Gel bi dirûşmeya “Em Li Dijî Siyaseta Tecrîdê Ji Bo Parastina Azadiyê, Dimeşin Gemlîkê” ji bo meşa ber bi navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê kom bûn. Polîsên Tirk êrîşê gel kir.

Di êrîşan de di nav de siyasetmedar herî kên 33 kes hatin destgîrkirin.

Navên kesên hatine destgîrkirin wiha ye: “Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Hevserokên Bajar ên Stenbolê yên HDP’ê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encû, Hevserokê Bajar a Stenbolê ya SYKP’ê Ronî Goren, Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, Hevserokên BMG’ê Muruvvet Kuçuk û Nezîr Altintaş, Elîf Bûlût, Pinar Turk, Erhan Bayrak, Halîs Bîngol, Elîf Yildiz, Evren Talû, Mehmet Masyan, Aslan Demîr, Denîz Aktaş, Aygul Sîncar, Sedat Şenoglû, Ezgî Gurbuz, îsmaîl Temel, Koray Turkay, Bîrgul Îrîn, Aydin Koçûk, Eylem Çelîk, Ridvan Karataş, Alî Îpeklî, Unal Yûsûfoglû, Alî Emre Ecer, Esra Uşudur, Sûavî Bayrak, Beyza Karayel û Remzî Akbûlût.”