Li Iraqê DAÎŞ'ê êrişî gundekî kir: 12 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Çeteyên DAÎŞ'ê li wîlayeta Diyalayê ya Iraqê êriş birin ser gundekî. Herî kêm 12 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê, êriş li gundê El Reşad ê navçeya El Mikdadiye yê wîlayeta Diyalayê pêk hat.

Di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de li gorî agahiyên destpêkê piraniya wan sivîl 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Êrişkar reviyan û hêzên ewlekariyê sewqî herêmê hatin kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin.