Sê xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê hatin kuştin- NÛ BÛ

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li restoranta Huqqabaz ya nêzî Konsolosxaneya Tirkiyeyê, şer çêbû. Tê diyarkirin ku xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê jî mirine û birîndar bûne.

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li restoranta Huqqabaz şer çêbû.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê bûne hedef.

Li gorî agahiyan alîkarê serkonsolosxaneyê û du xebatkarên konsolosxaneyê hatine kuştin.

Tê diyarkirin ku di şer de birîndar jî hene.

Hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê rêya Hewlêr-Silêmanî û Hewlêr-Kerkûkê ji trafîkê re girtin.