Li Heftanînê dagirker tarûmar bûn: 31 leşker hatin cezakirin

Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de derbên giran li artêşa Tirk da. Bi qasî hate tesbîtkirin 31 leşker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapeneniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Herêma Heftanînê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker daye.

HPG’ê ev agahî parve kir: "Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn a li dijî dagirker û şerê qewimî de wiha ne;

LI BEKTORYAYÊ LI 3 CIHÊN CUDA ÇALAKÎ

11’ê Tîrmehê saet 04:00’an artêşa TC’ê xwestin ber bi Girê Şehîd Bîrhat û Girê Kartal ê girêdayî Bektorya pêş ve bên.Hêzên me ev yekîne xistine kontrolê û li dijî dagirkeran rêze çalakî kirin.e Di 3 çalakiyên cihê de ku li yekîneya dijmin da, bi qasî hate zelalkirin 7 leşker hatine cezakirin, gelek jî birîndar bûne.

16 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Hêzên me sibeha heman rojê li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat li dijî dagirkeran çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ku 3 caran baş hate hedefkirin, 16 leşker hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn.

Di şer û bomberdûmana li devera Girê Kartal û Şehîd Bîrhat qewimî de hevrêyên me Evîn û Bahoz şehîd bûne.

LI XATÛRA BI XÛRTÎ LI LEŞKERÊN TIRK HATE XISTIN

12’ê Tîrmehê saet 06:00’an dagirkerên ku xwestin ji devera Xantûra ber bi Dola Bizina û Girê Danînê bi pêş ve bên, hêzên me ji 3 baskan ve ev yekîneya dijmin xistine kontrolê û çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine cezakirin. Dema ku dijmin xwestin ji qadê vekişin cara duyan bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de ku bi xurtî hate lêdan, 5 leşkerên dijmin hatine cezakirin.”

LI PEYZAVA OPERASYON Û ŞER

HPG’ê li ser şerê li Peyîzava jî ev got: “Artêşa TC’ê ya dagirker 2’yê Tîrmehê li devera Gundê Axûla ya navçeya Peyîzava ya Wanê dest bi operasyoneke ya dagirkeriyê kiribû. Di navbera artêşa TC’ê ya bi desteka helîkopteran xwestin leşkeran danin û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Welat, Kendal û Azad ên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin, şehîd bûne.”