Li heft bajaran gelek kargeh û wesayit hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li heft bajaran gelek kargeh, febrîqe û wesayit şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Antalya, Kocaelî, Stenbol, Bûrsa, Yalova, Samsûn û Aydinê "Gelek kargehên AKP û MHP'iyan ên dijminê Kurdan şewitandine."

Li gorî daxuyaniyê;

12'ê Çileyê li navçeya Golcuk a Kocaeliyê marketek,

11'ê Çileyê li navçeya Înegol a Bûrsayê navendeke jinûve veguherandinê ya li Herêma Pîşesaziyê,

10'ê Kanûnê li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê febrîqeya plastîk a Garantî Plast,

9'ê Çileyê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê, depoyeke jinûve veguherindinê,

8'ê Çileyê li Yalovayê konteynerek depoya malzemeyên înşaetê,

7'ê Çileyê li navçeya Manavgatê ya Antalyayê keştiyeke gerê ya ji 26 metreyî ya fîrmaya Akyol Denîzcîlîk,

7'ê Çileyê li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê li Sîteya Pîşesaziyê ya Aytopê febrîqeya Balkos Helva,

6'ê Çileyê li navçeya Terme ya Samsûnê mînîbusek li oto galeriyê,

6'ê Çileyê li navçeya Gungoren a Stenbolê qemyoneta Şaredariya Bakirkoyê,

5'ê Çileyê li navçeya Kûşadasi ya Aydinê wesayitek hatin şewitandin.