Li Hannoverê şoreşa Rojava hate pîrozkirin

Li bajarê Elmanya Hannoverê 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Ji meclîs, komîn û înîsyatîfên Salzgîtter, Hîldesheîm, Hameln, Stadthagen, Bad Fallîngbostel, Celle, Nîenbûrg, Wûnstorf, Wolfsbûrg û Gîfhornê bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî bi peyama deng beşdarî pîrozbahiyê bû.

Li salona pîrozbahiyê alayên YPG, YPJ, TEV-DEM, PYD, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên Şoreşa Rojava hatin daliqandin. Axaftina destpêkê ji aliyê Orhan Kobanê û Hakîme Yoûsef ve hate kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştre endama Baskê Ciwanan a PYD’ê Jiyan Dêrik axivî û got; “Şoreşa ku li Rojava destpê kirî ciwanan cihê xwe di navê de girt, ji bo welateke azad bi hezaran ciwanên me şehîd bûn û îro jiyana me ronî dikin.”

Ji PYD Ewropayê jî Axîn Gulo axivî û got; “Îro em têkoşîna 40 salan a Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Me bi hezaran şehîd dan û bi serketina wan îro em vê pîrozbahiyê dikin. Di rastiyê de gelê Kurd destpêkê li Qamişloyê serî hilda, gava yekemîn a şoreşê li wir hate avêtin.”

Hevseroka PYD’ê Eyşê Hiso jî peyameke bi deng ji pîrozbahiyê re şand û got; “Me sîstema Rojava li pey xwe hişt û em derbasî sîstema Bakurê Sûriyeyê bûn. Sîstemeke demokratîk hate avakirin û ev sîstem li dijî DAÎŞ’ê şer kir û DAÎŞ têk çû. YPG, YPJ û QSD li dijî DAÎŞ’ê ya ku hemû cîhan jê ditirsiya têkoşiya û tola jinên Êzidî hilda.”

Piştre Şiyar û Dijwar, Seyda Perînçek, Şerîf Omerî, Narîn Şêxê, Bavê Ronî, Ciwan Çewlig, Koma Volkana Şoreşê û Zerdeştê Kal derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.