Li gundê Hesana a Asuriyan di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn

Li gundê Hesana a Asuriyan bi hinceta “çêkirina kûleyan” di bin çavdêriya leşkerên Tirk de dar tên birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ji 27’ê Tîrmehê ve birîna daran dest pê kiriye.

Gundê Hesena ku dar lê tê birîn li navçeya Silopiya û di qontara çiyayê Cûdî de ye. Ev gund di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê hatibû valakirin. Şeniyên gund ji ber zext û zordariyê neçar mane gundê xwe bihêlin û koçberî Ewropayê bibin. Lê di sala 2000’an de careke din vegeriyan ser axa xwe.

Lê belê di têketina gund de qereqol hatin avakirin, hatin û çûyînên li gund her tim hat kontrolkirin.

Vê carê li cihên bilind ji bo leşker û cerdevanan dest bi çêkirina kûleyan kirin.

Hêzên Tirk ji bo rêyên kûleyan destbi birîna daran kirin.

Hate hînbûn ku leşkerên Tirk ku darên gundiyan dibirin û gef li gundiyan xwarine û gotine, “Hûn qebûl bikin jî nekin jî, ger muxtarê we ewraqên pêwîst îmze neke, wê muxtarekî din îmze bike û em ê daran bibirin.”

Hate hînbûn ku kesê bi navê Şeyhmûs Babat ê li Sêgirka navçeya Qilebanê îhaleya talana daran stendiye.

Bi hezaran darên ku du roj in tên birîn li zeviyên binê gund tên komkirin.