Li Gola Wanê keştiyeke penaberan noq bû: 100 kes winda ne

Li Gola Wanê roja 28'ê Hezîranê keştiyeke ku penaber tê de bûn noqî binê avê bû. 100 penaber winda ne.

Salên dawî li Wanê bi hezaran penaber di bin çavdêriya dewletê de ji sînor derbas bûn û di serî de li Wanê li bajarên Kurdistanê hatin bicihkirin. Ji welatên Asya Navîn, Efganistan, Îran û gelek welatên din rojane bi sedan penaber tên Wanê. Penaber bêyî astengiyan xwe digihînin Wanê ku ev yek jî nîşan dide ku bi çavdêriya dewletê tên.

Li ser sînorê Tirkiye û Îranê, li seranserê Wanê serê her 100 metreyî qereqol, kalekol û kûleyên çavdêriyê yên dewletên Tirk û Îranê hene. Li Wanê ku sînor ewqasî tê parastin, her roj bi sedan penaber tên bajêr. Dewleta Tirk ku deriyên sînor ewqasî li penaberan vekirine, sînor li Kurdan qedexe kiriye. Ciwanên Kurd bi îdîaya ku li ser sînor bazirganî kirine tên kuştin.

Trajediya penaberên tên Wanê naqede. Mehên zivistanê 50 penaberên ku hewl dan ji Îranê derbasî navçeya Çaldiranê bibin qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Wesayita ku penaber tê de bûn a bazirganên mirovan qeza kir û di encamê de 17 penaberan jiyana xwe ji dest dan, 50 jî birîndar bûn. Di nava 3 salên dawî de li ser sînorê Tirkiye-Îranê bi sedan mirov qefilîn yan jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Mûradiye ya Wanê roja 28'ê Hezîranê mînîbuseke ku penaber tê de bûn li wesayitekê ket û koçberekî jiyana xwe ji dest da, 41 jî birîndar bûn.

Herî dawî li Gola Wanê keştiyek ku penaber tê de bûn noqî avê bû. Tê gotin ku 100 penaber winda ne. Hate ragihandin ku keştî 27'ê Hezîranê li navçeya Westanê li taxa Altinsaçê bi rê ket û nêzî 100 penaber lê siwar bûn. Keştî li nava gola Wanê winda bû û hîn jî nehatiye dîtin.