Li girtîgehên Behra Reş tecrîd û dijminatiya zimanê Kurdî

Li gorî Rapora Girtîgehê ya Herêma Behra Reş tecrîd û dijminatiya zimanê Kurdî ya li hemberî girtiyan kûr dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Şaxa Wanê rapora binpêkirina mafan a girtîgehên li Herêma Behra Reş li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê eşkere kirin. Endamê OHD'ê parêzer Mûrat Ozçîçek rapor xwend û diyar kir ku wan serdana Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê ya Tîpa L, Girtîgeha Baybûrdê ya Tîpa M û Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê kirine û li hemû girtîgehan binpêkirinên mafan ên cuda diqewimin.

‘HEWCEDARIYÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ DABÎNKIRIN’

Ozçîçek binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kalkandereya Rîzeyê diqewimin anî ziman û got: “Bi zêdebûna lêçûnên girtiyan re pirsgirêka xwedîkirinê heye. Ji ber ku rêveberî li gorî lêçûna debara rojane xwarinê dide, xwarin têrê nake û hewcedariyên girtiyên nexweş jî nayê dabînkirin. Girtiyên birin girtîgeha navborî bi hezaran kîlometre dûrî malbatên xwe ne. Girtiyên di statûya mehkûm an jî girtî de ji ber dûrbûnê nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinên girtî û vekirî pêk bînin. Ji ber vê tecrîdê girtî bi tundiya psîkolojîk re rûbirû dimînin. Her wiha her tim bi hincetên taybet daxwazên girtiyan ên sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe tên redkirin. Girtiyên li vir nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê, ji ber qelebalixî û kêmbûna personelên li girtîgehê daxwazên wan ên nexweşxanê di dema xwe de nayên bicihanîn. Tevî ku şert û mercên girtiyan pêk tên jî, bi raporên ku ji aliyê Lijneyên Çavdêriyê yên Îdarî ve hatine amadekirin, daxwazên wan ên 'berdana bi şert' tên redkirin.”

DEST DATÎNIN SER NAMEYAN, LI SER PIYAN LÊGERÎN TÊN KIRIN

Ozçîçek qala hevdîtina bi girtî û hikumxwarên li Girtîgeha Baybûrdê ya Tîpa M’yê re kir û wiha got: “Li girtîgehên din jî heman tişt tên kirin. Nameyên navxweyî an jî nameyên ku ji derve tên şandin bi desteserkirinê nayên dayîn. Daxwazên veguhestina girtiyan bo girtîgehên nêzî malbatên wan her tim bi hincetên taybet tên redkirin. Ji aliyê gardiyanên girtîgehê yan jî leşkeran ve, gelek caran û bi awayekî zextdar diavêjin ser qawîşan û bi berfirehî têne lêgerînkirin. Sedemên lêgerînê ji girtiyan re nayê ragihandin. Li gel ku xwarin ne têrker e, xwarin û tiştên ku ji kantînê tên xwestin, ji ber buhabûna wan zêde nikarin ji aliyê girtiyan ve bên girtin û her wiha jimartina li ser pêya li girtiyan tê ferzkirin. Li girtîgehê hemû mafên civakî ên girtiyan hatine astengkirin. Z.E., û N.C. Li gel ku ji ber pêwîstiya wan bi tedawiya fizîkî heye jî, rêveberiya girtîgehê hemû daxwazên di vî warî de red dike.”

ROJNAMEYA YENÎ YAŞAM NAYÊ DAYIN, KOVARÊN KURDÎ JÎ TÊN KOMKIRIN

Ozçîçek behsa binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê kir û wiha got: “Çalakiyên hevpar ên girtiyan bi temamî tên astengkirin û di navbera odeyan de mafê sohbet û spora hevpar nayê qebûlkirin. Lêgerîna tazî ya li ber deriyên girtîgehê hê jî didome. Serlêdanên ji aliyê girtiyan ve ji wezaret an jî saziyên din re tên şandin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bêhincet tên desteserkirin û sepana kotaya pirtûkan jî didome. Li vir jî wekî girtîgehên din serlêdana berdana bi şert tê astengkirin. Dîsa ji me re gotin ku Yenî Yaşam û rojnameyên din ên mûxalîf nadin girtiyan û di serdegirtina odeyê de hemû kovarên kurdî yên li girtîgehê hatine desteserkirin.”

Ozçîçek da zanîn ku ji bo girtiyên nexweş divê şert û mercên tedawî û serbestberdanê bên avakirin û wiha got: “Me agahdar kir ku girtiyên ku dixwazin sewqê nexweşxaneyê bikin dereng tên rakirin nexweşxaneyê. Divê ku muayene û dermankirina bi kelemçekirî li girtiyan neyê ferzkirin. Di van rojên ku em nûçeyên ku girtiyên nexweş ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest didin distînin, em bang dikin ku girtiyên nexweş demildest bên berdan û ji bo girtiyên nexweş şert û mercên guncav bên avakirin. Divê mehkûmên ku bi dema berdana wan hatibe bên berdan û daxwazên mehkûman ên sewqî girtîgehên nêzî malbatan bên kirin. Dîsa ji bo girtî bi cîhana derve re pêwendîdar bibin, divê şert û mercên ragihandinê bo wan bên afirandin. Divê kotaya pirtûkan a ku ji bo girtiyan tê kirin bê rakirin, rojname û kovarên qanûnî yên tên xwestin bên dayîn û qenalên televîzyonê yên guncav bên vekirin.”