Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn binpêkirina mafan zêde dibe

Komîsyona Girtîgeha Şaxa Enqerê ya OHD’ê bal kişand ku li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn binpêkirina mafan roj bi rojê zêde dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê têkildarî binpêkirinên di nava 3 mehan de li girtîgehên li Anatoliyaya Navîn hatine kirin, raporek amade kir. Komîsyonê rapora xwe li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di civînê de parêzerên OHD’ê û Hevserokê Şaxê Fevzî Korkmaz amade bûn.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Enqereyê Hulya Yildirim axivî û da zanîn ku di rapora xwe de cih dane binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgatê, Girtîgeha Tîpa T a Sungurlu ya Çorumê, Girtîgeha Tîpa L a Çorumê, Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê, Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgehên Tîpa F ên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê, Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind ên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonê. Yildirim, destnîşan kir ku têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, bi dozgerî û rêveberiyên girtîgehên navborî re hevdîtin kirine.

Yildirim anî ziman ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê bi hinceta belgeya rayeyê nahêlin parêzer bi girtiyan re hevdîtinan bikin û wiha domand: “Dibêjin ‘rayeya wekaletê tune ye’ û hevdîtinan asteng dikin. Ev sepan, li dijî qanûna parêzertiyê ye. Sepanên bi vî rengî didomin. Divê di zûtirin demê de dev ji van sepanên derqanûnî berdin. Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê jî binpêkirinên weke lêgerîna nava dev, hejmartina ser pêyan û hwd. tên kirin. Girtiyan li dijî van dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li gorî agahiyên me ji malbatan girtine, 10 girtî ketine grevê. Tu aliyekî zagonî ya hejmartina ser pêyan nîne û lêgerîna nava dev jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Têkildarî vê mijarê em bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan dikin û banga me ew e ku dawî li vê sepana xwe bînin.”

Yildirim got ku piştî pêvajoya pandemiyê niha li girtîgehan sepanên tecrîdê ketine meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji mafên xwe yên weke werzîş, sihbet, ragihandin, pirtûk û hwd bêpar tên hiştin. Di tevahiya pandemiyê de girtiyan nekarîn bi kesekî re hevdîtinê bikin. Ev yek, encamên giran ên tecrîdê ne. Divê li gorî mewzûatên navneteweyî tevbigerin û mafên civakî yên girtiyan binpê nekin.”  

Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa OHD’a Enqereyê Yûnûs Emre Şahan ê pişt re axivî jî diyar kir ku girtîgeh bûne navenda zextan û bêhiqûqiyan û wiha got: “Peywîrdarên cemaweriyê bi rehetî sûcan dikin û ji qilifê hiqûqî yê parastinê sûd digirin. Gelek binpêkirinên weke cezayên hucreyê, pêkanînên hejmarên ser piyan, şewitandinên înfazan, êrişên fîzîkî û psîkolojîk, tecrîda li girtiyên nexweş ên nayên tedawî kirin tê kirin bûne rastiya girtîgehan. Ji ber polîtîkayên dijminane yên şewitandina înfazan, mafên tedawiyê û astengkirina mafê jiyanê her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin.”

Şahan destnîşan kir ku pêkanînên derhiqûqî ji ber pratîkên desthilat û darazê ne û wiha berdewam kir: “Gelek çalakiyên mafên jiyanê binpêdikin, bê ceza dimînin û daraz jî bi bêdengiyê dibe hevkarê vê rewşê. Cihê tu pêkanînên ku rûmet û şerefa mirovahiyê hedef digirin di hiqûqê de nîne. Girtî van binpêkirinên mafan bi axaftina bi telefonê bi malbatên xwe re radigihînin û malbat her ku diçe zêdetir dikevin nava fikaran.”

Şahan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo binpêkirina mafê jiyanê tu hincet nayên qebûl kirin. Em dixwazin ku têkildarî personelên ku tev li sûcan bûne lêpirsîneke bi bandor were birêvebirin û têkildarî van îdiayan de rayagiştî were agahdarkirin. Em ji vir radigihînin ku em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.”