Li girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence û desteserkirina mafan

Li gorî rapora 3 mehan ya ÎHD'êya têkilî girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence li girtiyan tê kirin. Mafê wan tê desteserkirin.


Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Enqerê ya ÎHD'ê rapora binpêkirina mafan a têkilî girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn par ve kir.

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî Nuray Çevîrmen bi daxuyaniyeke çapemeniyê rapor li Şûbeya ÎHD'ê ya Enqerê ragihand. Çevîrmen got rapor li gorî agahiyên ji serdanên girtîgehan, nameyên ku girtiyan şandine û serlêdana malbatan hatiye hazirkirin.

Çevîrmen her wiha got Nîsan, Gulan û Hezîranê 42 serlêdan li şûbeyên wan hatine kirin.

Çevîrmen  bal kişande ser grêva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirina mafan a li girtîgehan were.

Çevîrmen diyar kir wan rapor li ser Girtîgehên Efyon 1 Nimro Tîpa T, Efyon /Dînar Tîpa T, Bolu Tîpa F, Kayseerî /Bunyan a Jinan, Kayserî /Bunyan Nimro 1 Tîpa T, Kirikale Tîpa F, Kirşehîr Tîpa E, Konya /Ereglî Tîpa T, Sîncan a Jinan a Girtî, Sîncan Nimro 1 û Sîncan Nimro 2 Tîpa F hezir kir.

Di raporê de hate gotin li Girtîgehên herêma Anatoliya Navîn 41 jê jin 264 girtiyên nexweş hene, ji van 85 rewşa wan giran e, bi wesayitên yekkesî ne hijyenîk neqal wan tê kirin û ev bandoreke xirab li girtiyên nexweş dike, her wiha hate diyarkirin destê girtiyan kelepçekirî wan mieyene dikin û wiha wan dibin nexweşxanê. 
 
Bi berdewamî li ser girtiyên ku di li Girtîgeha Jinan a Kayserî di grêva birçîbûnê de hate gotin îaşeyan nadin wan, tenê 6 avên biçûk, 3 qetên biçûk ên lîlomnê û 1 kevçî xwê û şekir didin wan.

Di raporê de tê gotin girtiyên nexweş bi derengî derdixin revîrê, sewkên wan ên nexweşxanê bi derengî dixin an jî qet wan nabin, test û kontrolên ku rûtîn divê bêne kirin nayên kirin.

Li ser rewşa girtiyên bi nexweşiya epîlepsiyê jî tê destnîşankirin, tê gotin di hicreya yek kesî de têne hiştin, nivînên ortopedîk nadin girtiyên bi nexweşiya fitiqê û nahêlin giriyên bi nexweşiya astimê de biçin odeyên ku çixare lê nayê kişandin.
 
 Di raporê de li gorî agahiyên ku girtiyan dane li girtîgehên Anatoliya Navîn êşkence li 30 girtî hatiye kirin, li Girtîgeha Nimro 1 a Girtî  li girtiyan didin, wan dixin feleqeyê û girtiyekê xwe kuştiye, her wiha qerdiyan li wan ferz dikin ku li ser piyan girtî hijmara xwe bibêjin, li Girtîgeha Tîpa T ya Nimro 1 a Qeyserî bi rengê feleqeyê êşkencê li girtiyan dikin.

Di raporê de tê destnîşankirin li gel ku şertê wan ên berdana bi şert hene jî bi sedemên kêfî bi derengî dixin û li girtîgehan gelek girtî di vê rewşê de ne, daxwaza guherandina koxuşan a girtiyan nayê bicihanîn, cezayê çalaktiyê didin girtiyan, faaliyên sosyal hatine sekinandin, rojnameyên wekî Yenî Yaşam, Evrenselê nadin girtiyan, girtiyên ku girtîgehên wan ji malbatên wan dûr in û dixwazin sewka wan bikin daxwaza wan nayê bicihanîn, pirtûkên girtiyan nayên guhartin.

Bi berdewamî  tê diyarkirin pirtûkên Kurdî nadin girtiyan, têkilî mijarê dema ku daxwazname didin îdareyê dibêjin heke ew heqê wergerê bidin û piştre ku guncav were dîtin dikarin bidin wan.

Di raporê de tê xwestiin ku saziyên tendiristiyê yên serbixwe bikaribin biçin lêkolînan bikin, xala 14'an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê tê bibîrxisin û tê xwestin ku her cure cihêkarî ji holê were rakirin, girtiyên ku dûrî malbata xwe ne, ji ber şertên madî û nexweşiyan nikarin werin serdana wan, daxwazên wan ên neqilkirinê were qebûlkirin.