Li girtîgehê ceza li govendê û Kurdî hate birîn!

Ji girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê Mahmût Olgûn ragihand, ku ji ber govendê û nivîsandina pirtûka bi Kurdî ceza lê hatiye birîn.

Li Girtîgeha Hejmara 5'an a Tîpa L a Sîlîvriyê di 8'ê Cotmehê de bi ser qawîşê de hatibû girtin û nêzî 150 girtî sewqî girtîgeh û qawîşên cuda hatibûn kirin. Parêzerên ku piştî serdegirtinê bi girtiyan re axivîn, diyar kirin ku li girtî hatiye xistin û alavên wî hatine desteserkirin. Mahmût Olgûn ku yek ji girtiyên qawişa wî hatiye guhertin serpêhatiyên xwe bi telefonê bi malbata xwe re vegot.

Olgûn ragihand ku ji ber govend gerandiye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û ji ber pirtûka kurdî ya nivîsandiye jî 5 roj cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Olgûn diyar kir ku gardiyanan bi gotina 'Êdî ji niha û şunde hûn ê govendê negerînin. Hûn ê bibînin' gef li wan xwarine û dest danîne ser pirtûkên wan. Olgûn da zanîn ku dest danîne ser nameyên wan jî û wiha got: "Dema kesek diçe nexweşxaneyê û tê mehekê bi kesî re neaxive. Li dijî koronayê bergiriyek nîne lê ji bo me sînorkirina aktîvîteyan koronayê dikin hincet. Ew bi xwe bi rûpoş dikevin odeyên me û derdikevin. Dermankirina hevalên me yên nexweş bi hin hincetan nayê kirin."

Dayika Olgûn, Kubar Olgûn jî diyar kir ku careke din jî gardiyanan li kurê wê xistine û bi lêv kir ku di hevdîtinekê de bi awayekî ku çavê wî şîn ew pêşwazî kiribû. Olgûn anî ziman ku ev rewş di serdegirtineke qawişê de qewimiye û destnîşan kir ku ev tiştên ku bi serê wan ve hatiye, kurteberiya pirsgirêka Kurd e.

Dayik Olgûn bal kişand ser gotina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan a 'me pirsgirêka Kurd çareser kir' û wiha dewam kir: "Heke pirsgirêka Kurd hatibe çareserkirin çima zarokên me di girtîgahan de dirizin? Çima zimanê me tê qedexekirin? Divê li dijî vê yekê em bibin yek. Em mafê xwe dixwazin. Dixwazin hemû girtiyên me werin berdan. Zalim li qesran rûdinin û dixwin lê ew di girtîgehan de ne."

Dayik Olgûn bi lêv kir ku ji bilî lawê wê zext û heqaret li girtiyên din jî hatiye kirin. Olgûn li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin banga yekitiyê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê herkes ne tenê li lawê min li hemû girtiyan xwedî derkevin."