Li girtîgehan cezayên dîsîplînê yên li dijî greva birçîbûnê zêde dibin

Li dijî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, ku ketiye roja 269'an, helwesta kêfî ya îdareyê dewam dike. Hikumet jî li şûna ku gavê biavêje, bi zêdekirina erkê îdareyê hewl dide pêşî li çalakiyê bigire.

Greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan pêk tê, di rojeva 269'an de ye. Greva birçîbûnê ku 27'ê Mijdara 2020'î dest pê kir û 5 rojan carekê bi dorvegerî pêk dihat, ji 14'ê Tîrmehê û pê ve veguherî 15 rojan carekê di dorvegerî.

Çalakî bi koma 49'an di roja 269'an de ye. Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî ku 18'ê Kanûnê dest pê kir, di roja 248'an de ye. Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem di roja 231'ê de ye.

'NE XEMA RÊVEBERIYÊ YE'

Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Destîna Yildiz li ser li mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kiryarên rêveberiyên girtîgehê rexne kir. Destîna Yildiz got, "Piştî bidawîbûna dora çalakiyê, li şûna xwarina diyetê, xwarina normal ji girtiyan re tê dayin ku ev yek jî bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyan dike. Ji ber ku dema çalakiyê ya girtiyan zêde bûye, di mijara xwarinê de divê bi baldarî tevbigerin. Ev yek di asta jiyanî de girîng e, lê ne xema rêveberiyên girtîgehan e. Berê ji ber ku 5 rojan carekê bû, girtiyan kontrola mezin a tenduristiyê nedidan kirin, lê belê ji ber ku niha dem dirêj bûye û li pey hev tê, pêwîste di vê mijarê de bêhtir baldar bin."

'MÎNA ÇO TÊ BIKARANÎN'

Parêzer Yildiz destnîşan kir ku rêveberiyên girtîgehan tevî ku bi rewşa tenduristiyê ya girtiyan re eleqedar nabe, her wiha cezayên dîsîplînê jî zêde kirine û got, "Cezayên dîsîplînê roj bi roj zêde dibe. Ev yek rastiyeke, yê ku divê bi baldarî û girîngî nêzî mijarê bibe rêveberiyên girtîgehan nîne, hikumet bi xwe ye. Hem em hewl didin deng û daxwazên muwekîlên xwe, hem jî ew bi çalakiya xwe hewl didin dengê xwe bigihînin raya giştî. Hikumet li şûna ku di vê mijarê de tiştekî bike, bi erkên ku dide rêveberiyên girtîhan, cezayên dîsîplînê weke ço bi kar tîne."