Li Girtîgeha Kurkçulerê ji bo 52 girtiyan lêpirsîna ‘dîsîplînê’ hat vekirin

Bi hêceta ku li hemberî binpêkirinên mafan çalakî lidarxistine derheqê 52 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edenê lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.

Girtiyên siyasî yên li Girîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Kurkçuler a Edenê tên girtin di hevdîtina heftane ya ya bi mapbatên xwe re kirinî de diyarkirin ku îdareya girtîgehê di derheqê wan de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin.

Girtiyan ragihandin ku bi hêceta di serî de tevlêbibûn greva birçîbûnê, qebûl nekirina lêgerînên keyfî û berzkirina dirûşme lêpirsîn hatiye destpêkirin û rêya diyalog û çareseriyê ya bi îdareya girtîgehê girtine.

Ji aliyê din ve hat zanîn ku li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan ya Tîpa T a Tarsûsê jî heman rewş hatiye pêkanîn.