Li Girtîgeha Kalkandereyê binpêkirina mafên mirovan

Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, rêveberiya girtîgehê qawişên girtiyan guhert û televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ji wan girt.

Eşkere bû ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê, rêveberiya girtîgehê televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ji wan girtiye.

Li gorî nûçeya rojnameya Xwebûnê, girtî Veysî Esen bi rêya telefonê ji malbata xwe re qala binpêikrina mafên mirovan ên li girtîgehê kir. Li gorî agahiyên ku malbata Esen da, rêveberiya girtîgehê zêdetirî hefteyekê ye qawişên girtiyan diguherîne û televîzyon, sarinc û pirtûkên girtiyan ên ji aliyê wê ve radestî girtiyan hatine kirin ji wan digire.

Esen, ji malbata xwe re ragihandiye ku li qawişên 21 kesî dimînin û tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê ji wan re dibêje televîzyonek û sarincek besî wan e û televîzyon û sarincan wan ên beriya niha radestî wan kiriye desteser kiriye.

Esen, ji malbata xwe re ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê hemû pirtûkên ku beriya niha radestî wan kirine jî desteser kiriye û her girtiyek tenê 5 pirtûk jê re hiştiye. Rêveberiya girtîgehê ji girtiyan re gotiye ku divê êdî malbatê wan ji wan re pirtûk neşînin û heke pêwîst bike ew ê pirtûk bidine wan.

Di dawiyê de Esen ji malbata xwe xwestiye ku saziyên eleqedar serdana wan bikin binpêkirinên mafan ên li dijî wan di cih de bişopînin.