Li Girtîgeha Jinan a Şakranê serdegirtina bi kûçikan

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, cendirme û gardiyanan tevî kûçikan li ser qawîşan serdegirtin pêkanîn û kel û pelên girtiyan yên di qawîşan de manî belavkirin.

Li ser girtîgehan ku zext, şîdet û binpêkirina mafan di rojevê de ne, nûçeyeke din a nerênî li ser zêde bû.

Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê dimînin di hevdîtina bi telefonê ya heftane ya bi malbatên xwe re de behsa nêzîkatiyên ku di girtîgehê de pêre rû bi rû dimînin kirin.

Li gorî vegotinên girtiyan, di hefteyên dawî de serdegirtinên di bin navê 'lêgerînê' li qawîşên ku ew lê dimînin zêde bûne.

Girtiyan diyar kirin ku di van serdegirtinên ku bi şev jî hatin kirin de bi dehan cendirme û gardiyan bi kûçikan ketine qawîşan, her wiha girtiyan bi malbatên xwe re parve kirin ku kel û pelên wan li erdê belav bûne û dema bertek nîşanî vê rewşê dane gef li wan hatiye xwarin.