Li Girtîgeha Duzceyê bi ser koguşan de girtin

Vedat Gultekîn ku li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê girtin, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re kirî de ragihand ku di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşên wan de girtine û heqaret li girtiyan hatiye kirin.

Vedat Gultekîn ê ku li Girtîgeha Tîpa T ya Duzceyê tê girtin, di hevdîtina bi telefonê ya bi dayîka xwe Azîze Gultekîn re kir de, êşkence û kiryayên binpêkirinê yên li girtîgehê tên kirin vegot. Gultekîn da zanîn ku gardiyan di bin navê lêgerînê de bi ser qawîşan de girtine, hemû kel û pelên girtiyan belav kirine û got: “Pênûs, lênûs, pirtûk û çi hebe hemû belav kirin. Heqaret kirin.”

Dayîka Azîze Gultekîn diyar kir ku ew ji ewlehiya canê kurê xwe û hevalên wî bi fikar e û xwest ku zext û êrîş bi dawî bibin.