Li Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sirgunkirin

Gardiyanan girtin ser qawîşên Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê. 15 girtî sewqî girtîgehên din hatin kirin.

Rêveberiya Girtîgehê û gardiyanan li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtin ser qawîşan. Di serdegirtinê de girtiyên bi navê Mahmût Balkaş, Kenan Avci û Abdurrahîm Akalp jî tê de 15 girtî sewqî girtîgehên din hatin kirin.

Agahî nehatin bidestxistin ku girtî sewqî kîjan girtîgehê hatine kirin û hate diyarkirin agahî jî nedane malbat û parêzeran.