Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin

Girtiyê bi navê Ekrem Altay ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, da zanîn ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.

Girtiyê bi navê Ekrem Altay ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin, li ser telefonê binpêkirinên li girtîgehê bi malbata xwe re parve kir.

Altay ku ji sala 2017'an heta niha girtî ye, 6 meh berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûglayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hat kirin. Altay da zanîn ku sewqên wan ên nexweşxaneyê nayên kirin û daxwaznameyên wan jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nayên bersivandin. Bi domdarî Altay destnîşan kir ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, li heman qawîşê 9 kes dimînin û rojê tenê dikarin saet û nîvan derkevin hewadariya girtîgehê.