Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin. Di çalakiyan de peyam hate dayîn ku wê Kobanê nekeve.

Bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin. 

ŞIRNEX

Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya HDP’a Şirnexê hat dayîn û pankarta “Bi giyanê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin. Ji rêveberên HDP’a Şirnexê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de got ku karektera sedsala nû li Rojhilata Navîn teşe digire û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna di navbera azadî û koletiyê de, ya di navbera demokrasî û dîktatoriyê de didome.” 

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi bîr xist ku digot; “Kobanê ha ket ha dikeve” û wiha got: “Hesreta hinek kesan di qirika wan de hat hiştin. Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şerê mirovahiyê hat dayîn. Dê têkoşîna azadî û demokrasiyê bidome.” 

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû. 

DÊRSIM

Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Dêrsimê jî têkildarî mijarê li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em, bi ruhê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin” hatibû vekirin. Ji rêveberên HDP’a Dêrsimê Esma Taş got ku modernîteya kapîtalîst ku li her devera cîhanê hewl dide bi şer û pevçûnan xwe ji krîzên piralî xelas bike, li Kobanê têk çû û wiha domand: “Serkeftina Kobanê, bi tîpên zêrîn li dîrokê weke serkeftina gelan û jinan hat nivîsandin. Berxwedana Kobanê li her devera cîhanê bû sembola berxwedana li dijî zilm û faşîzmê. Vê şoreşê nîşanî hemû cîhanê da ku jiyaneke wekhev, azad û demokratîk pêkan e.”

WAN

Di vê çarçoveyê de li Wanê bi tevlibûna partiyên siyasî û gelek saziyên bajêr re meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn. Meş, li pêşiya Navenda Danûstandinê ya Wanê dest pê kir û gelek kes tev li bûn. Polîsan destûra meşê nedan û li ser vê yekê girseyê bi dirûşman derbasî pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê bû û daxuyanî da.

Daxuyanî ji hêla ji parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Sedat Duşunmez ve hat xwendin. Duşunmez wiha got: “Gelê Kobanê 8 sal berê li dijî barbariya DAIŞ’ê ku bi rêbazên xwe yên hovane tirsa xwe li seranserî cîhanê belav kiribû, ne tenê ji bo hebûn, nasname û pêşeroja xwe lê ji bo parastina azadiya hemû mirovahiyê 133 rojan berxwedaneke destanî raber kiribû. DAIŞ, li Kobanê têk çû û hebûna wê ya fîzîkî ji holê rabû. 

Gelê Kobanê bi berxwedana xwe berê herka dîrokê guherand. Em jî di 8’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de ruhê enternasyonal ê ku tarîtiya DAIŞ’ê ji holê rakirî, silav dikin. Wê rojê di şexsê DAIŞ’ê de barbarî, tarîtî û despotîzm hate têkbirin. Hêj niha jî êrişên kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ yên li ser şoreşgerên ku têkoşîna aştî, wekhevî û demokrasiyê didin berdewam in. Cihê zîhniyeta faşîst û zordest di vê sedsalê de nîne û neçarî têkçûnê ye.” 

Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û ev tişt anî ziman: “Wê rojê çeteyên DAIŞ’ê yên barbar komkujî dikir lê gelê Kurd berxwedaneke mezin raber kir û bû sembola jiyana azad. Şoreşa Rojava ku piştî çalakiyên Arîn Mîrkanan ên li dijî çeteyên barbar ên dijminên jinan pêk anîn pêş ket, di heman demê de şoreşa jinê ye. Ew berxwedan û şoreşa jinan îro bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ bûye çavkaniya hêviyê ya hemû tevgerên jinan ên cîhanê. Kesên digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ û li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê bêdeng dimînin, îro jî bi awayekî derexlaqî êrişî destkeftiyên Kurdan dikin. Kobanê neket, wê nekeve û dê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ jî wê her olan bide.” 

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hat dayîn. Ji rêveberên HDP’ê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku Arîn Mîrkan, Rifat Horoz, Kader Ortakaya, Azîz Guler û Ayşe Denîz Karacagîl vîna berxwedanê ya Kobanê ne û wê tu êriş nekare bi derewan ser vê rastiyê veşêre.

RIHA

Bi heman boneyê Rêxistina HDP’a Rihayê jî daxuyaniyek da. HDP’î ji pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan heta pêşiya avahiya HDP’ê meşiyan. Di dema meşê de girseyê dirîşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin û pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” vekirin. Li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Rihayê Ahmet Atiş 1’ê Mijdarê pîroz kir û wiha got: “Em, kesên li dijî DAIŞ’ê nirxên mirovahiyê bilind kirin, careke din silav dikin. Kesên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dayîn jî bi rêz û hurmet bibîr tînin.” Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” û çepikan bi dawî bû. 

MÊRDÎN

Têkildarî mijarê Rêxistina HDP’a Mêrdînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî di daxuyaniyê de amade bûn. Ji rêveberên HDP’a Mêrdînê Munevver Olker da zanîn ku jinan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke mezin raber kirine. Parlamenter Pero Dundar jî da zanîn ku DAIŞ ji ber xwe ve çênebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên emperyal bi afirandina DAIŞ’ê re xwestin demografyaya erdnîgariya Kurdan biguherînin. DAIŞ, bi saya berxwedana Kurdan û dostên wan hat têkbirin. Lewma jî em dibêjin berxwedana Kobanê berxwedana gelan, berxwedana jinan û gelên Rojhilata Navîn e.” 

DÎLOK

Bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li Dîlokê jî bi tevlibûna endamên HDP, DBP û TJA’yê li Parka Yeşîlsuyê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’a Dîlokê Avnî Bînîcî di daxuyaniyê de axivî û piştevaniya enternasyonal û berxwedana gelan a li Kobanê silav kir. Bi domdarî Bînîcî ev tişt anî ziman: “Tevî hemû êrişan jî dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li seranserî cîhanê belav dibe û ev jî nîşan dide ku ruhê azad ê Kobanê hêj berdewam dike. Em baş pê dizanin ku ev ruh dê rojekê teqez azadiyê bîne vî welatî.”

MELETÎ

Rêxistina HDP’a Meletiyê jî têkildarî mijarê li avahiya partiya xwe daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkuş di daxuyaniyê de axivî û 1’ê Mijdarê pîroz kir. Bozkuş, diyar kir ku berxwedana Kobanê hêviya jiyaneke demokratîk pêl bi pêl li hemû cîhanê belav kir û wiha domand: “Bi vê şoreşê re jiyana wekhev, azad û demokratîk hat îspatkirin. Em careke din kesên di vê berxwedana destanî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bi ruhê Kobanê em ber bi azadî û wekheviyê ve dimeşin.” 

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 

EDENE

Rêxistina HDP’a Edeneyê jî xwest li Parka Îsmet Înonû daxuyaniyê bide. Hevserokên HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, endam û rêveberên DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîzê (AYKAYDER) tev li daxuyaniyê bûn. Lê belê polîsan destûr nedan daxuyaniyê. Di navbera girseya ku bi israr dixwest daxuyaniyê bide û polîsan de rageşiyeke demkurt derket. Piştî rageşiyê jî girse bi dirûma “Bijî berxwedana Kobanê” derbasî pêşiya avahiya HDP’ê bû û daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş helwest û astengkirinên polîsan şermezar kir. Bi domdarî Karakiş wiha got: “Îro, roja ku jinên bedew zilamên kirêt têk birî anku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye.”

Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya jî bi lêv kir ku berxwedana Kobanê bi pêşengtiya jinan pêş ket û zîhniyeta nêrza û tehekûmkar têk biriye.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û dirûşman bi dawî bû. 

MÊRSÎN

Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Girse, piştî daxuyaniyê derbasî avahiya HDP’ê ya navendê bû. Li navendê govend hat gerandin û beşdaran dirûşmên “Biji berxwedana Kobanê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. 

HATAY 

Rêxistinên HDP’a Îskenderûn û Dortyolê jî bi heman boneyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin.